Dosya

Dabeşbûna Kurdistanê xebata netewî ya gelê kurd giran dike

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî beşdarî helmeta bangeşeya helbijartinê ya lîsteya 183 a PDKê ya li bajarokê Pîrmamê bû gotarek pêşkeş kir.Fazil Mîranî got, di destpêka damezrandina PDKê ve, vê partiyê berdewam hewl daye netewa xwe bi derve bide nasandin.Herwaha got, partiya wan a hemû netew, çîn û navçeyên Kurdistanê ye û girêdayî tenê navçeyek û çînekê nîne.Fazil Mîranî amaje bi dîroka serweriya PDKê kir û ragehand, ji destpêka damezrandina PDKê ve berevanî li mafê cotyar, xwandevan û jinan hatiye kirin û yekem partiye ku jinek têde bibe endama rêveberiyê.Mîranî got, piştî raperîna 1991ê û damezrandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê de, PDK xwedî roleke giring bû di parastina hikûmet û wê pêgeha Kurdistanê de û herwaha ragehand: ‘’PDK di parastina destkevtên Kurdistanê de jî xwedî pişka şêr e.’’Fazil Mîranî ragehand, li her çar parçeyên Kurdistanê hemwelatiyên kurd general Mistefa Barzanî ku rêberê tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bû, wek rêberê xwe dizanîn. Û got: ‘’Dabeşbûna Kurdistanê xebata netewî ya gelê kurd giran kir, ji bere ger Kurdistan yek parçe ba xebata netewî dê asantir biba.’’Mîranî got, partiya me jî gazind û gileyiyên xwe ji hikûmeta herêma Kurdistanê hene, lê em wek aliyên din nîn in, ku hikûmetê wek hikûmeta xwe nebînin û tenê ji serkeftinên hikûmetê xwe wek hevbeşê hikûmetê bibînin. 

Back to top button