Cîhan

Civina 3 qoli de li hev nekirin

Lûkeya Tehranê ya welatên garantor Îran, Rûsya û Tirkiyê de bi armanca gotûbêjkirina krîza Sûriyê dest pê kir.Serokê Rusya, Îran û Tirkiye li  Tehranê ya ji bo gotûbêjkirina krîza Sûriyê civiyan. Di civînê de wezîrên derve yên hersê welatan jî amadebûn. Ji berî civîna sê qolî Ruhani bi tenê li gel Erdogan û Putin tenê bi tenê civîya.Piştî civîna hersê aliya dawî bû, her serokekî daxûyaniyek da.Rûhanî: Idlib dê ji terorîstan were paqijkirinAxaftina yekemîn a lûtkeyê jî Serokomarê Îranê kir û banga hevkariya li gel hikûmeta Sûriyê kir.Rûhanî ragihand, ku ji destpêkê ve wan behsa serwerî û yekparçebûna Sûriyê xwestine û got: “Me di destpêkê de jî got krîza Sûriyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe, ji lewra divê ji bo çareseriyê rêyên diyalogê werin hêsankirin.”Derbarê mijara Idlibê de Hesen Rûhanî da xuyakirin, ku divê ew bajar ji grûbên çekdar werin paqijkirin û û wiha axivî:“Em dixwazin agirê li Sûriyê bidawî bibe, karên terorîstî li welat nemînin. Weke welatekî dost em ê piştgiriyê bidin îradeya gelê Sûriyê. Em ê alîkariyên xwe jî bidomînin. Herwiha em nîgeraniyên hinek welatan jî fêm dikin.Rûhanî balkişande ser wê yekê ku divê di tekoşîna leşkerî de hewl bidin sivîl zirarê nebînin û diyar kir: “Em ji bo aştiyê şer dikin. Lê em baş dizanin ku aştiya mayînde bi têkbirina terorê serdikeve.Pûtîn: Bila biryarên Kongreya Soçî werin cîbicîkirinSerokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî da xuyakirin, ku ew ji bo gotûbêja pêngavên Sûriyê vê civînê saz dikin û diyar kir, ku biryarên di civînên berê de hatine stendin bi serkeftî hatine pêkanîn.Pûtîn bal kişande ser operasyona Idlibê û senaryoyên tên axaftin û got: “Terorîstên mane li Idlibê bicîh bûne. Herwiha hinek provakasyon jî tên amadekirin û yek ji wan jî senaryoya bikaranîna çekên kîmyeyî ye.”Vladîmîr Pûtîn pêşniyar kir, ku biryarên civîna Soçî ya Kongreya Nîştîmanî ya Sûriyê werin cîbicîkirin û da xuyakirin: “Divê alîkariya mirovî bo Sûriyê were kirin. Li herêmên bin kontrola hikûmetê jiyan asayî dibe. Xizmetguzarî zêde dibe û saziyên navdewletî vedigerin Sûriyê.”Putin destnîşan kirk u divê kar were kirin, ku di qonaxa dahatî de hemû alî bigihin rêkevtinê û destûrekê amade bikin û got: “Hikûmeta Sûriyê karê xwe bi başî kiriye û komîteyek taybet ji pirpos û şarezayan pêk aniye bo danûstandinan û amadekirina destûrê.”Erdogan: Idlib bila nebe gola xwînêSerokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan jî di lûtkeyê de axivî û ragihand, ku ew bi hêviye biryarên lûtkeyê li gorî bendewariyan bin.Recep Tayyip Erdogan got: “Em hêvîdar in biryarên li gorî giyana Astanayê derbikevin ku ev jî parastiya yekîtiya siyasî ya Sûriyê, parastinayekîtiya xaka Sûriyê û peydakirina rêbazên aştiyane ye ji bo pirsgirêk û nakokiyan.”Erdogan amaje bi giringiya Idlibê kir û wiha got:“Idlib ne tenê ji bo paşeroja siyasî ya Sûriyê herwiha ji bo ewlekariya niştîmanî ya Tirkiyê û aramî û seqamgiriya navçeyê jî pir pir giring e. Bi çi sedemê dibe bila bibe, êrîşa li ser Idlibê dê bibe sedema karesatên mezin. Li ciheke mîna Idlibê, ji bo li dijî terorîstan bikarin tekoşînê bikin pêwîstî bi demê û rê û rêbazên cuda heye.Em qet naxwazin Idlib bibe gola xwînê. Divê em rêçareyeke guncayî peyda bikin. Ez tika dikim hûbn di vê mijarê de hestiyariyên Tirkiyê li ber çav bigrin. Me bala xwe daye ser Idlibê lê li rojhilatê Firatê tiştên em naxwazin rûdidin. Em ji wê yekê nerazî ne ku Amerîka li wir rêxistineke din ê terorîst bihêz dike.”Erdogan herwiha got: “Ji ber parastina xelkê sivîl divê agirbestek li Idlibê were ragihandin.”

Back to top button