Nivîsar

ÇİMA EM DENGÊ XWE NADİN HİLBİJARTİNA 24’Ê HEZÎRANÊ

-Jiber ku partiyeke bi navê Kurdistanê beşdarî hilbnijartina nabê.-Ji ber ku ev dewlet netewa Kurd tine di hesibînê û mafê Kurda nasnakê.-Ji ber ku ti pêşniyarên kurdan di parlamentoyê de derbas nabin.-Jiber ku ew sûnda parlamenter li meclîsê dixwin şovene û li dijî hemî eqaliyeta ye.-Jiber ku parlamentêrên ji Kurdistanê têne hilbijartin li parlamento bi navê parlamenterê kurdistan nayên e binav kirin.-Ji ber ku herêma Kurdistanê bi hevoka “Doğu ve Güneydoğu Anadolu” tê gotin.-Jiber ku hemû hêjayiyên miletê kurd û Kurdistane her tim tine dihesibênin.-Jiber ku ev dewlet, kuştinê, talankirinê, koçberî, zîndanê û bêrûmetîyê ji miletê Kurd re par û layîk dibînê.-Ji ber ku di nava va Partiyan de yekî bibêje dostê Kurda nîne-Ji ber ku deme makezagon dê çêbibin, bîrûraya Kurda neyên girtin û li pêşniyarên we na hisisin.-Ji ber ku di mesela Kurd û Kurdistanê de tu ferqa hemû partiyan û yên endamê Serokkomarî yan ji hev nîne.- Ji ber ku ev dewlet bi zanebûn astengan li ber rêxistin û bipêşketina Partiyên kurdan derdixê.-Bi kurtayî em bibêjin ku miletê Kurd weke ne hemwelatî ye. Ew li ser xaka bav û kalê xwe koçbere, biyani ye. Em dirêj nekin ev sedeman ji bona em deng nedin van patiyan têrî dike.Tenê em xwe  amade dikin di hilbijartinên heremî de bikevine hibijartina da em di herêma xwe de bibin iktîdar. Ji nuha ve, em hêvi û tika dikin ku miletê me wê rojê li xwe xwedî derbikevê. Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya (PDK-T) biryar da ku em deng nadin tu partiyan û kandîdên serokkomariyê.Ma ev helwest û biryar hetakengî dê wiha be?-Ev biryar û helwest dê hetanî ku ji bona çareseriyê dewlet têkevê navhewildana bi Kurdan re.-Hetanî ku dewlet pêdivî bi pêşniyarên kurda bibînê û  bona çareseriya pirsgirêkan li gel partî û saziyên kurdan rûnê.EM DENGÊ XWE BİKARNAYÊNİN.Mehmet Emin KARDAŞ    Serokê Giştî yê PDK-T14.6.2018

Back to top button