Civak

Bûyera Sinê em xembar kirine

Serok  Barzanî peyameke hevxemiyê ji kesûkarên qurbaniyên bûyera bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê re şand. Di beşeke peyamê de hat: “Hevsozî û serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û xelkê xweşewîst ê bajarê Sine dikim û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazim.”Şeva bûrî li bajarê Sinê tankereke veguhastina sotemeniyê li baseke neferhilgir ket, di encamê de nêzîkî 15 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek jî birîndar bûn.Ev jî peyama Serok Bazanî ye:“Bi mixabîniyeke mezin şeva bûrî li bajarê Sinê di encama agir bi baseke neferhilgir ket û hejmarek welatî bûn qurbanî.Ev bûyera diltezêne û giyanjidestdana welatiyên bajarê Sine em hemû xembar kirin. Hevsozî û serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û xelkê xweşewîst ê bajarê Sine dikim û hevbeşiya xema wan im. Hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.Ji xwedêyê mezin daxwaz dikim sebir û aramiyê bide her aliyekî.”

Back to top button