Polîtîk

Biryarên ne yasayî pêvajoya siyasî dixetimîne

Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, ku biryar, yasa û pêngavên Parlamentoya Iraqê “nedestûrî û neyasayî” ne. Herwiha destnîşan kir, ku ev yek ji bo olozî û neseqamgîriya Iraqê destpêkeke metirsîdar e.Polîtbûroya PDKê derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya betalkirina dengên hêzên pêşmerge de daxuyaniyek weşand û ragihand, ku “beşek ji beşdarên pêvajoya siyasî, ku di hilbijartinan de serkeftî nebûne û encam di berjewendiya wan de nebûye” bêyî berçavgirtina destûr û yasayan biryar û helwesteke wiha wergirtine û diyar kir, ku ev yek hemû pêvajoyan ber bi aliyeke xeter ve dibe.Di daxuyaniya Polîtbûroya PDKê de hate gotin: “Weke PDK, bi tevî ku nûnerê me di Komîsyona Bilind a Hilbijartinan de heye, ji ber hestkirina bi berpirsiyariyê, piştî bidawîbûna pêvajoya hilbijartinan û ragihandina encaman me nîgeraniyên xwe ragihand. Ji bo ji holê rakirina guman û nîgeraniyên hemû aliyan û parastina seqamgîriyê me baş zanî, ku di wan cîh û wêstgehên ku gilî li ser wan heye, li gorî yasayan lêkolîn were kirin. Li gorî pêwîstiyan deng bi dest werin hejmartin û eger pêwîst jî be li seranserê Iraq û Kurdistanê deng bi dest werin hejmartin. Niha jî nêrîna me bi vî awayî ye.”Polîtbûroya PDKê da xuyakirin, ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi piştgiriya hindek aliyan hinek biryarên “neyasayî” derxistine, ku ev yek jî pêvajoya siyasî ya Iraqê dixetimîne.Di daxuyaniyê de hate gotin: “Xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên neteweyî û olî ve xwedî mafê destûrî ne ku beşdarî dengdanê bibin û bi awayeke azad nûnerên xwe destnîşan bikin. Lewma nabe ev maf were desteserkirin. Hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariyê ew hêzên qehreman in, ku bi lehengiyeke mezin û canfidayî berevnaiya xelkê Kurdistanê, Iraqê û cîhanê jî kirin û di vê oxirê de gelek qurbanî dan. Dewsa ku werin xelatkirin û qedrê wan were girtin, Parlamentoya Iraqê biryara betalkirina dengên wan derxistiye! Ev biryar û yasa pêngaveke nedestûrî û neyasayî ye û nayê qebûlkirin. Em piştrast in, ku gelê Kurdistanê û aliyên dilsoz ên Iraq û Kurdistanê vê biryar û yasayê qebûl nakin.”Polîtbûroya PDKê amaje bi nehejmartina dendên taybet ên koçberên Kurdên Êzidî û herwiha dengderên bimerc ên derveyî welat jî kir û da xuyakirin, ku divê hejmartina wan li gorî yasayen be ne ku li gorî berjewendiyên hinek kes an jî aliyan.PDKê ev biryar wek, “li dijî daxwaz û îradeya gelê Iraqê bi giştî û bi taybetî jî ya gelê Kurdistanê” binav kir û ev yek wek, “destpêkeke metirsîdar û zêdeti alozî û neseqamgirî” pênase kir. Herwiha daxwaz kir, ku ev biryar careke din li ber çavan re were derbaskirin, li gorî destûr û berjewendiyên giştî were hilweşandin.Polîtbûroya PDKê ragihand: “Berovajî eger ebv pêngav serbikeve, em weke PDK û gelek aliyên din, ku di xema seqamgîrî û çareseriya aloziyan de ne, dê helwestê me hebe. Lewma ji vi rem bang li hemû aliyên peywendîdar ên navxwe yên Iraqê û derve dikin, ku demek ji ya din zûtir ji bo çareserî, aramî û seqamgîriyê hewlên xwe bidin.” 

Back to top button