Basra dişewite

Basra dişewite

Li bajarê Iraqê Basrayê çikas diçe xwepêşandan geştir dibin û hukumet ji bo çareseriyê bê çare dimîne. Rojane xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têne kuştin. Herî dawî xwepêşanderan êrîşê konsulusxaneya Îranê li Basrayê kirin û agir berdan avahiya konsulusxaneya Îranê.Bê guman ev yek jî delileke ku xelk li dijê bandora Îranê li Iraqê ne.Partiyên siyasî li Iraqê navbera Amerika û Îranê de diçin û têne. Lê wek girêdanek olî Şîeyên Iraqê di bin bandora siyaseta Îranê de ne.Ev xwepêşandan bandora xwe li civîna parlementoya Iraqê û herweha pêkanina hukumetek nû dike.Eger xwepêşandanên Basrayê nesekinin dê ev yek li hemû deverên Iraqê belav bibe û heta metirsî heye ku, xwepêşander ji bo parastinê li himber hêzên ewlehiya çekan jî bi karbînin.

Nerîna min :