Polîtîk

Barzanî: Ji bo me rojeva hikûmetê giringe ne ew kesê posta serokwezîrtiyê werdigire

Mesrûr Barzanî Şîretmendê Konseya Ewlekariya Neteweyîya Herêma Kurdistanê di civîneke xwe de digel Doglas Silêman sefîrê Amerîkayê li Îraqê (11.06.2018 Hewlêr) behsa pêkanîna kutleyeke mezin ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir û diyar kir ku aliyên kurdistanî bi cidî lêdixebitin hevpeymaniyeke kurdistanî ava bikin û bi yekdeng û yekhelwest bi Bexdayê re danûstandina bike û beşdariyê di kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de  bike:

  • Xebatên aliyan ji bona avakirina hevpeymaniyekê û lihevkirin li ser pirojeyekî yekgirtî berdewam in bi awayekî ku hikûmeta nû ya Îraqê di dabînkirina maf û xwestekên Herêma Kurdistanê de roleke aktîv û çalak hebe. Pirensîpên weke; hevbeşî, tewafiq û hevsengî rojeva û ajandeya hikûmeta nû ya Îraqê be ji me re giring e ne ew kesê posta serokwezîrtiyê werdigire.
Back to top button