Dosya

Barzanî çima referendûma serxwebûnê encam da

Ahmed Zawîteyî rojnamevan û berpirsê ofîsa kanalê Alcezîre ya erebî, di nivîseke xwe de li jêr navê: Barzanî çima referendum kir, behsa hokar û armanca serok Mesûd Barzanî ji bo encamdana referenduma serxwebûna Kurdistanê dike.Zawîteyî di nivîsa xwe ku bi zimanê erebî li malpera Alcezîre de hatiye weşandin dinivîse:- Barzanî di Newroza sala 2012ê de gotarek pêşkeş kir û bi zelalî got: hikûmeta Bexdayê roj bi roj zêdetir ji wan bingeh û prensîpên Îraqa nû piştî sala 2003ê li ser hatiye avakirin dûr dikeve, bingeha sereke ya avakirina Îraq nû tewafiqî bû. Dewleta Îraqê li ser kinarê herifînê ye eger li ser vê hindava niha li ser diçe berdewam be. Pirsgirêkên Bexdayê roj bi roj digel Herêma Kurdistanê zêdetir dibin. Eger Bexda li ser vê hindavê berdewam be em dê ji bo raya gel vegerin ka gelê Kurdistanê çi dixwaze.Nivîskar dinivîse ku piştî gotara serok Barzanî ya Newroza 2012ê, Bedayê li dijî Herêma Kurdistanê gavên lezgîntir avêtin heta gihişte wê derecê ku di sala 2014ê de bi timamî budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hat qut kirin û miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê jî neda. Bexda bi her awayî lêxebitî ku Herêma Kurdistanê nikaribe nefta xwe bifiroşe derve. Tevî vê jî Bexda ket nav lepitîneke diplomasî ku dewletên deverê û cîran jî li dijî Herêma Kurdistanê bin. Li navxwe jî serkirdeyên Heşda Şaibî bi berdewamî gef li hevwelatiyên Kurdistanê dikir ku piştî şerê DAÎŞ şerê Herêma Kurdistanê ye û kurd bi dûvelankên dijminan hisêb dikiirn.Zawîteyî dinivîse ku referendûma Barzanî bûyereke jinişkava nebû, lê li sala 2012ê serok Barzanî behsa referendûmê kir û sala 2015ê jî parlamentoya Kurdistanê dest biamadekariyên referendûmê kirin û qanûnek bi navê Komisyona balaya rapirsî û hilbijartinan derkir.- Her lêkolînvanekî bêteref li ser helwestên hikûmeta Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê di nava 2012 û heta roja encamdana referendûmê 25.09.2017ê lêkolîn bike, dê zelal û eşkere be ku Bexdayê Herêma Kurdistanê bi beşek ji Îraqê nedizanî, referendûm jî bi tenê rê bû ji bona bifermîkirina wê realîteya Bexdayê bi ser Herêma Kurdistanê de feriz kiribû. Nivîskar dibêje ku serok Barzanî ji her hesî baştir dizanî encamdna referendûma serxwebûnê metirsîtirîn gave, lê Barzanî ew yekî jî digot: Ew tawanên mezin yên bi dirêjahiya dîrokê li hember kurda kirine tu ji wan tawanan ji ber wê nebû ku kurdan daxwaz dewletê kiribe yan referendûm encam dabe, bi sedhezaran kurd kuştin, çend milyon kurd derbeder kirin, bi hezaran gund û avahî wêran kirin bêy ku referendûm hatibe kirin, ji niha û pê de ew tawanên li hember kurda dikin bila jiber wê be ku kurdan daxwaza dewletê kiriye, bila cîhan bizane gelek heye ji bona bidesxistina mafên xwe û dewleta serbixwe tekoşîn dike.

Back to top button