Cîhan

Austirya mizgeftan digire û îmaman jî ji welêt derdixe

Austirya deriyê heft mizgeftan dadixe û gelek îmama jî ji welêr derdixe weke reaksyon li hember Îslama siyasî.Cihê civakên parallel, îslama siyasî û radîkal di welat û civaka me de nîne dibêje Sebastian Kurz serokê Austiryayê.Kurz, di sala 2015ê ku wê demê wezîrê integrasyonê bû, roleke mezin di derxistina yasya qedexekirina jêderên êkonomî yên biyanî, ku grûpên  olî ji derveyî welêt bên finance kirin hebû û komeleyên misilmana neçar dike ku bi awayekî pozetîv li civaka Austoryayê temaşe bikin.Sebastian Kurz niha serokê partiya mihafizkar ÖVP ye bi partiya rastrew  FPÖ re hikûmet pêkanîye.Li gor wezîrê navxwe yê Austiryayê eger piştrast bibe ku pere ji derve wergirtine, dê 60 îmam ji Austirtyayê bên derxistin û ev jî destpêke, dibe hijmara wan bigehe 150 îmam, older û malbatên wan jî bên derxistin.Nifosa Austiryayê 8,8 milyon e û 600 000 misilman li wî welatî hene ku piraniya wan bi esli ji Tirkiyeyê ne

Back to top button