Cîhan

Amerika û Koreya Bakur gava dîrokî avêt

Serokê Amerikayê Dunald Trump û serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, li Singapor hatin ba hev û hevdîtina dîrokî pêkanîn.Eve demeke hevdîtina herdu serokan di rojeva cîhanê de bû. Lê ji bona hinek sedeman pêknedihat. Piştî serdana heyetek bilind a Koreya Bakur ya Amerikayê 12ê Hêziranê ji bo vê hevdîtinê hatibû tesbît kirin. Hevdîtina herdu welatan li Singaporê li Cezîra Sentosa çêbû.

U.S. President Donald Trump shakes hands with North Korea’s leader Kim Jong Un before their expanded bilateral meeting at the Capella Hotel on Sentosa island in Singapore June 12, 2018. REUTERS/Jonathan Ernst
Li devera ku hevdîtin lê çêbûyî gelek tedbîrên berfireh yên ewlehiyê hatibûn girtin.Çavê cîhanê hemûyê li vê hevdîtinê bû. 2500 rojnemevana ev hevdîdin teqîp dikira. Hevdîtina herdu serokan li Otelekî pêkhat û 50 xulekî berdewam kir. Yekemin armanca vê hevdîtinê ewbû ku, Koreya ji çêkên atomî bête pakij kirin. Ji berî hevdîtinê Trump da xûyakirin ku, hevdîtin di navbera heyetan de di warê teknîkî de gelek baş encam didin, lê emê binêrin ka dê hevdîtina me di pratikî de çi encama bide.Di dîrokê de ev cara yekeme serokêk Amerikayê li gel Koreya Bakur hevdîtinê dike. Piştî hevdîtinê daxûyaniya yekem ji Kim Jong Un hat û got: Ji berî em werin vê derê diviya ku em gelek astenga derbas bibin. Niha em li vê derêne û ev tiştek gelek spehiye. Serokê Amerikayê jî da xûyakirin ku, hatina vê radeyê serkeftinek mezine, dê tiştên hêja çêbibin.

Back to top button