CîhanPolîtîk

Serdana Parisê hinek aliyên Iraqî dilteng kiriye

Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Parîsê, di nav aliyên siyasî yê Iraqê de rê ji karvedanên cuda re vekir. Hinek alî vê serdanê giring dibînin lê bi taybetî Nûrî Malîkî û partiya wî, ji helwesta Serokê Fransayê Emmanuel Macron ên li hember Heşda Şeibî, nîgeran bûne.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel şandeke bilind, roja 2ê Kanûnê li Koşka Elysee ya Parîsê li gel Serokê Fransayê Emanuel Macron hevdîtinek pêk anî û paşî bi hevre civîneke çapemeniyê saz kirin.Berpirsê Dosyeya Kurd li Hevpeymaniya Nîştîmanî ya şîeyan Ebdullah Zeydî derbarê vê serdanê de ji Rûdawê re ragihand, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze li ser asta navdewletî hewldanan bike da ku danûstaninên li gel hikûmeta Iraqê li gorî daxwaz û dilê wan bin. Lewma ji bo van diyalogan dixwaze piştgiriya navdewletî bidest bixe.Zeydî diyar kir, ku rola Fransayê ya li qada navdewletî giring e, Serokê Fransayê balkişandiye ser cîbicîkirina destûrê û yekparçebûna xaka welat, ku ev yek jî li gel daxwazên hikûmeta Iraqê hev digre.Sûnnî jî dixwazin serdana Serokwezîrê Kurdistanê karvedanên erênî li pey xwe de bîne.Parlamenterê Hevpeymaniya Hêzên Iraqî ya sunniyan Ebdulqehar Samarayî jî ji Rûdawê re got: “Em hêvîdar in serdana Nêçîrvan Barzanî bandoreke erênî bi xwe re bîne û li ser asta navxwe ya Iraqê û herêmê rê ji geşedanên erênî re veke.”Samarayî da xuyakirin, ku Fransa xwedî roleke giring e li herêmê û dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, herwiha di warê bihêzkirina bi hevrejiyana nîştîmanî de hevkar bibe.Lê ji aliyekê din ve, serdana Serokwezîr Barzanî, Îtîlafa Dewleta Yasa ya di bin serokatiya Nûrî Malîkî de dilteng kiriye. Bi taybetî daxuyaniyên Serokê Fransayê yên li ser Heşda Şeibî, ku got divê ev hêz were hilweşandin, ev aliyê iraqî nîgeran kiriye.Parlamenterê Dewleta Yasa Casim Mihemed Ceifer dibêje: “Pêwîste Fransayê di wê astê de pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî nekiriba. Divêya di çarçoveya yasayên navdewletî û bi riya hikûmeta federalî û wezareta derve ya Iraqê baya. Ev serdan berovajiyê yasayên navdewletî ye û ne hêjayê welatekî mezin ê weke Fransayê ye. Pêwîste hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe ya di vî warî de bigihîne hikûmeta Fransayê.”Piştî civîna Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî di daxuyaniyekê de ragihand: “Destûra Fransayê behsa wê yekê dike, ku nabe destwerdana nav karûbarên welatekî cîhanê bikin. Lê bi awayeke nedihate çaverêkirin, Emmanuel Macron destwerdana nav karûbarên Iraqê kir. Daxwaza hilweşandina rêxistineke fermî (Heşda Şeibî) dike.”Nûrî Malîkî, ku di heman demê de Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa ye, dibêje, ku ew vê helwesta Fransayê bi tundî red dike û vê yekê weke destwerdana li ser serweriya Iraqê dibîne.Derbarê destpêşxeriya Fransayê ya ji bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Sedî Hedîsî jî ragihand: “Nakokiyên li gel Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke navxweyî ye û dikare bi riyên diyalogê werin çareserkirin. Bexda ji bo bidawîkirina vê qeyranê bi erenî li hemû hewldanan dinere, ku ev qeyran piştî referandûma ne destûrî derketiye holê.”Hedîsî diyar kir, ku hinek welat dixwazin ji bo destpêkirina diyaloga di nevbera Hewlêr û Bexdayê de zemîneke guncayî çêbikin, ku yekîtiya Iraqê were parastin û destûr were cîbicîkirin.Piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê û sepandina dorpêçê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, yekemîn car e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana derveyî welat kir û li gel serokê welatekî mezin kom bû.Piştî civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi riya telefonê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axivî û peyama Parîsê ya ji bo çareseriya pirsgirêkan gihande Bexdayê. Rûdaw

Back to top button